Nîvgirava Kulla kifş bikin

Xwendekarên me yên jêhatî yên zimanê zikmakî hin cihên xweş ên nîvgirava Kulla wergerandin. Hûn bi xêr hatin ji bo ku hûn bi Kurdî li cihên xwe bigerin.

Skäret

Nebatên taybet li başûrê mölleyê

Li Mölle Fäladê hûn nêzî xwezayê dibin. Xwezaya Parastî ya li Mölleyê, li şaredariya Höganäsê li Skåneyê ye. Meşek di navbera Lerhamn û Mölleyê de mêrgên kesk ên kevirîn ên li qiraxa avê pêşkêş dike. Gava ku bixwazin, hûn dikarin xwe bavêjin avê, avekê li xwe bikin an pîknîkeke xweş bikin.

Mjöhult är the place to be när skogsälskaren i dig behöver skogens kraft

Girê swedbergayê

Hûn ê li ser şiverêyeka Kullayê, Girê Svedbergayê bibînin. Wehayekek kesk. Xala herî bilind 62 metre ji asta deryayê bilindtir e û li vir, hûn bi lihevrasthatina nêrîneke tênê, hûn dikarin xwe dilşad hîs bikin.

Strandbaden Tallbackenskogen

Girikên qûmên spî yên viken

Di rêya navbera Lerberget û Vikenê de, hûn dikarin cîhê xwe, di navbera girikên ji qûmê bibînin. Dema ku hûn avjeniyekê bikin hûn ji vir dikarin li peravên Danîmarkayê jî temaşe bikin. Hûn dikarin selikeke pîknîkê bînin û tevahiya rojê bimînin.

Strandbaden Tallbackenskogen

Kevirşkênî ya svanshallê

Li Kullabygdê hûn dikarin kevirşkenîya efsûnî ya li Svanshallê kifş bikin. Li vir berpalên asê hene ku rasterast dikevin nav ava tarî. Ev der nêzîkî deryayê ye, ku hûn dikarin xwe ji zinaran bavêjin avê û avjenîyê bikin.
Li vî cihê di nav daristaneke xweşik de, hem trîreşk û hem jî kivark lê hene. Li vir deverên cihê biraştinê hene ku hûn dikarin bi kêfxweşî bi kar bînin.

Hûn dikarin li Kullayê şiverêyeke ber bi deryayê bibînin. Ger hûn biçin başûr hûn ê werin Svanshall û Jonstorpê û heke hûn biçin bakûr hûn ê werin Bökebäck, Skäret û Arildê.

Li vê derê divê hûn hişyar bin û li zarokên xwe baldar bin. Ew asê ye, lê pir bi heyecan e.

Strandbaden Tallbackenskogen

Cineta havînê(behîşta havînê) li solviken û mölleyê

Perava avjenîyê ya Solvikenê, ji kevirên xweşik pêk tên û li binê Kullabergê ye.
Cihê ku berê jê re digotin “Gunehin li Mölle”, ji ber ku di destpêka sedsala 20’an de, jin û mêr bi hev re di ketin avê û ev yek berê nehatibû kirin. Li vir avjeniya herî hêsanî li Brygganê ye, lê ji bo piçûkan, hewzek li derve jî heye.

Strandbaden Tallbackenskogen

Navenda bajarê höganäsê

Li navenda bajarê Höganäsê, li kolanên xweş bigerin. Li vir gelek dikan û xwaringehên biçûk ên bi kalîteya bilind hene. Navenda bajêr nêzîkî Kvickbadet û bendera Höganäsê ye û li vir peravêyek gelek xweş heye.

Vid frågor kontakta oss på: kommunen@hoganas.se Senast uppdaterad: